Xortekî Bakurê Kurdistanê li Bendava Duhokê xeniqî

Navê wî Atilgan Taşçi ye û li Duhokê di kompaniyeke çêkirina xaniyan de weke xebatkarê seramîkê dixebitî.

23.07.2022, Cts - 06:18

Xortekî Bakurê Kurdistanê li Bendava Duhokê xeniqî
Nuçe Belav bike

Peyamnêrê K24ê yê li Duhokê ragihand, roja înê derdora demjimêr 17:00, li Bendava Duhokê xortekî 25 salî ku ji bajarê Diyarbekirê ji bo kar hatiye Herêma Kurdistanê, xeniqî.

Peyamnêrê me eşkere kir ku navê wî Atilgan Taşçi ye û li Duhokê di kompaniyeke çêkirina xaniyan de weke xebatkarê seramîkê dixebitî.

Herwiha eşkere kir ku tîmên rizgarkirinê gihîştine cihê bûyerê û ji bo derxistina wî ji nav avê, xebatên xwe didomînin.

Peyamnêrê me destnîşan kir ku berpirsên Bendava Duhokê beriya niha ji bo ku xelk nekeve nav ava bendavê, hemû rê girtine, lê belê welatî berê xwe didin bendavê û bûyerên nexwestî derdikevin holê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 813 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:40:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x