Yekemîn kargeha rûnê zeytûnê li Kurdistanê vebû

Li Herêma Kurdistanê yekemîn kargeha rûnê zeytûnê vebû. Kargeh dikare rojane rûnê 30 ton zeytûn bigire.

30.01.2017, Pts - 10:26

Yekemîn kargeha rûnê zeytûnê li Kurdistanê vebû
Nuçe Belav bike

Îro yekemîn kargeha rûnê zeytûnê li Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezareta Çandinî ya Kurdsitanê ve vebû. Berpirsê kargehê endazyar Dêdar Resûl ji BasNewsê re got, alav û amûrên wê kargehê ji Îtaliya hatine hawirdekirin û nirxa wê jî nîv milyon dolar e.

Endazyar Dêdar Resûl her wiha got, kargeh li gorî pîvanên standard ên cîhanî kar dike û dikare rojane rûnê 30 ton zeytûn bigire.

Berpirsê kargeha zeytûnê da zanîn ku rûnê zeytûnê ku di vê kargehê de tê komkirin, dikare heta 20 mehan jî bimîne û xirab nebe û got, em ti madeyeka parêzvan jî lê zêde nakin û nirxa her tenekeyekî derdora 20 hezar dînar e.

Endazyar Dêdar Resûl anî ziman ku kargeh li ser rûbereka 2500 m2 hatiye çêkirin û got, ji vir pêde cotkarên Kurdistanê dikarin berhemên xwe yên zeytûnê bînin kargehê û li beramber her tonek zeytûn tenê 75 hezar dînar bidin. Ji ber ku kargehên sektora taybet li hember her tonekê nêzîkî 250 hezar dînar didin, ev jî gelekî biha ye.

Wezîrê Çandinî yê Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd jî derheqê kargeha rûnê zeytûnê de got, ev kargeh bo vejandin û geşkirina sektora çandiniyê bi taybet çandina zeytûnan hatiye çêkirin.

Endamê komeleya “Herewerza Zeytûnî” ya Kurdistanê, Omer Eshed jî li ser wê kargehê ji BasNewsê re got, li Herêma Kurdistanê nêzîkî 4 hezar donim baxê zeytûnan heye û ji her donimekî jî derdora 800 kg zeytûn bi dest tê. Ji her tonek zeytûn jî derdora 130 kg rûn bi dest tê, ku ev berhem sal bi sal zêde dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1570 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:20:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x