YNKê bûyerên li Şengalê şermezar kir û banga çareseriyê kir

Cîgirê Sekreterê YNKê Kosret Resûl bi daxuyeniyek nivîski alozî û pevçûnên li Şengalê şermezar kir û ji bo çareserkirina kêşeyan lin ser rêya danûstandinê bang kir.

04.03.2017, Cts - 10:50

YNKê bûyerên li Şengalê şermezar kir û banga çareseriyê kir
Nuçe Belav bike

Kosret Resûl daxuyaniya xwe de got: ‘Hêza Pêşmerge a Kurdistanê bi dirêjiya bi sedan kîlometran li eniyên şer bi şev û roj, parastina xaka pîroz ya niştimana me dike li dijî dijminekî hov ya mirovahiyê û destanên qehramaniyê tomar dike û xelkê Kurdistanê ji bo serxistina deskeftên xwe, li beramber krîzên siyasî, aborî, bê mûçeyî û nebûna xizmetguzariyan liber xwe dide û jiyanek bê mînak ya dijwar bi ser dibe. Lê mixabin ku me nûçeyên li ser şerên di navbera du hêz durdî de bihîstin. Divê ev şer bilez were rawestandin û ji hemû aliyan xwest ku ewlehî û aramiyê biparêzin û nehêlin ev şer belav bibe.'

Sekreterê YNKê wiha pê de çû: ‘Daxwaz dikim, hewlê bênavber hebe ji bo nehiştina arîşê û pirsên navxeyî ligel aliyan û dilsozî bixin xizmeta bidestxistina pêşerojeke geş ji bo netewa me û neviyên pêşerojê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1361 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:24:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x