YNK di salvegera damezrandina PDKê de: Parastina qewareya Herêmê pêwîstî bi hevahengî û pêşxistina hevpariyê heye

Polîrburoya YNKê di salvegera PDKê de, peyameke pîrozbayiyê arasteyî Polîtburoya PDK û alîgirên wê kir û tê de got: “Parastina qewareya Herêma Kurdistanê û destkeftên wê, pêwîstî bi hevahengî, fîdekariya netewî û pêşxistina hevpariyê heye.”

16.08.2023, Çar - 03:34

YNK di salvegera damezrandina PDKê de: Parastina qewareya Herêmê pêwîstî bi hevahengî û pêşxistina hevpariyê heye
Nuçe Belav bike

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi boneya 77emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyameke pîrozbahiyê arasteyî Polîtburoya PDK û alîgirên wê kir.

Polîtburoya YNKê di peyama xwe de ji bilî pîrozkirina li PDKê, hêvî xwast jî, “ev salveger bibe derfetek ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera hêz û partiyan de di vê rewşa ku pêwîstî bi rêxistinkirina pêşîneyên têkoşînê heye ji bo pêşxistina jiyan û guzariya gelê me.”

Polîtburoya YNKê dibêje: “Kurdistan û ezmûna wê berhema xwîna geş a bi hezaran şehîd û qurbaniyan e, ji ber wê jî parastina qewareya Herêmê û destkeftan, pêwîstî bi heVahengî, fedekariya netewî û geşbûna hevpariyê heye.”

Damezrandına PDKê

Di sala 1946ê de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî û bi hewldana çend kesayetiyên din ên navdar ên Başûrê Kurdistanê hat damezrandin.

Di 16ê Tebaxê de PDKê yekemîn kongreya xwe lidar xist û Mela Mistefa Barzanî wek serokê wê hat hilbijartin.

Di sala 1961ê de, ji ber zordestiya desthilatdarên Bexdayê û nedana mafên gelê Kurdistanê, PDK biryar da ku şoreşa Îlonê destpê bike, ku di wê demê de gelek neteweyên Rojhilata Navîn di bin zilmê de bûn.

Kurdistaniyan ji destpêka Şoreşa Îlonê û heta niha bi baweriyeke mezin piştevaniya PDKê dikin û di hilbijartinên Kurdistanê de, PDK her partiya yekem bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 471 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:04:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x