Zêbarî: Mûsil hetanî bê rizgarkirin gelek wêran bû ye !

Zêbarî di hepeyvînekê de ligel rojnameya "Independent" a Brîtaniyê ragehand ku, DAIŞê li bajarê Mûsilê di navçeyên ku, welatiyên sivîl tê de hene û din bin kontirola wê de ne heta ku, çekdarek di nav rêzên wê de hebe wê şer bike.

17.02.2017, Cum - 14:33

 Zêbarî:  Mûsil hetanî bê rizgarkirin gelek wêran bû ye !
Nuçe Belav bike

Siyasetmedar û Serkirdeyê Partiya Demokratî Kurdistanî(PDK) Huşyar Zêbarî ragehand ku, bajarê Mûsilê ji encama şerûpevûnan heta ku, were rizgarkirin dê wêran bibe.

Zêbarî di hepeyvînekê de ligel rojnameya "Independent" a Brîtaniyê ragehand ku, DAIŞê li bajarê Mûsilê di navçeyên ku, welatiyên sivîl tê de hene û din bin kontirola wê de ne heta ku, çekdarek di nav rêzên wê de hebe wê şer bike.

Herwiha di hevpeyvîna xwe de siyasetmedar û Wezîrê Darayî yê berê li Iraqê Huşyar Zêbarî da zanîn ku, çekdarên DAIŞê tonêl, qenas û kiryarên xwekujî di şer de bikartîne, diyar kir ku, şerê aliyê Rojavayê bajarê mûsilê wê giran be û heta ku, ew bajar were kontirolkirin wê wêran bibe.

Ji aliyeke din ya hevpeyvînê Zêbarî amaje bi wê yekê kir ku, ji ber ku, berpirsê wê rêzxistinê Ebu Bekeir Bexdadî heta niha li rojavayê Mûsilê lewma DAIŞê berevaniyê dike, tekez kir ku, ew raporên behsa wê yekê dikin ku, Bexdadî birîndarbûye û hatiye kuştin ne rastin.

Derbarê hejmara kuştiyên DAIŞê Siyasetmedar û Serkirdeyên Partiya Demokratî Kurdistanî(PDK) diyar kir ku, dibe ku, hezar û 500 heta du hezar çekdar hatibe kuştin, herwiha aşkere kir ku, tê çaverêkirin li aliyê rojavayê bajarê Mûsilê yê ku, tê de 750 hezar kes dijîn, 4 hezar çekdarên DAIŞê şer bikin.

Huşiya Zêbarî heta sala borî jî Wezîrê Darayî yê Iraqê bû, herwiha berî niha jî posta Wezîrê Derve yê wî welatî jî wergirtibû di heman demê serkirdeyeke di Partiya Demokratî Kurdistanî(PDK) de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1400 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:20:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x