Emîd Hekar Muhsin ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, berdewam xelk ji nava refên PKKê vedqetin, lê li gorî yasaya PKK kesên dev ji wan berde, jiyana wan dikeve metirsiyê. Dîsa jî ew kesên ku ji wan vediqetin guh nadin wê metirsiyê, ji ber ku rastiya PKKê ji wan re eşkere bûye.
Wî fermandarê Pêşmerge her wiha gotiye, ew hênceta ku PKK dibêje ku qaşo ji bo parastina xelkê ew li Şingalê mane, qet ne rast e, ji ber ku ew tenê li Şingalê mane ku astengiyan li pêşiya avadankirina Şingalê derxînin. Hêzeke bi navê Şingalê ava kirine û ji bo armanc û meramên xwe wê hêzê bikar tînin.
Fermandarê Pêşmerge li eniya Şingalê Hekar Muhsin daye zanîn ku Pêşmerge Şingalê diparêzin, loma pêwîst nake ku PKK li vê navçeyê bimîne.