Feysel Yûsif: Biryara PKKyê dê di dan û standinên me de bibe bingehek

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif li ser Kongreya 12emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) got, “Biryara PKKyê dê di dan û standinên me yên li Şamê de bibe bingehek.”

14.05.2025, Çar - 10:48

Feysel Yûsif: Biryara PKKyê dê di dan û standinên me de bibe bingehek
Nuçe Belav bike

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) roja 12ê Gulanê biryarên kongreya 12an eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif bû mêvanê bultena Rojava ya Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara yên li ser pêvojayo li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û xwefesixkirina PKKyê bersivandin.

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif got:

“Dema Birêz Abdullah Ocalan meha Sibatê banga xwe kir me piştgiriya wî kir. Me got, rêbazeke nû ya sekinandina şer û danîna çekan û ber bi xebateke demokratîk.

Em dibînin ku tiştekî baş e û dê miletê me feydeyê jê bibîne. Bi dehan salan bi rengekî xebat bû, îro ew xebat bû rengê aştiyane, meseleya demokrasiyê û rêzgirtina mafên mirovan.

Biryara Kongreya 12an, bicihanîna banga Birêz Abdullah Ocalan a danîna çekan ku wekî bingeha wê ya rêxistinî namîne.

Em wekî ENKSyê hêvîdar in û dibêjin ku ya herî baş ew e ku miletê karibe di vê qonaxê de rihetiyê bibîne.”

Feysel Yûsif bal kişand ser tevahiya partiyên Kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê jî û da zanîn:

“Partiyên Kurdî yên li Tirkiyeyê, bi qasî wê civaka sivîl û kesayet projeyeke wan hebe. Nexşerêyeke wan hebe ku di vê qonaxa demokratîk de karibin karê bi cih bikin.”

Yûsif li ser gavên ku divê Hikûmeta Tirkiyeyê biavêjin jî got:

“Heger PKKyê karîbû vê destpêşxeriyê bike divê dewleta Tirkiyeyê jî dest pê bike ew jî gavinan biavêje di aliyê çareserkirina doza Kurdan a li Kurdistana Bakur de.

Ku doza bi dehan milyonan e û bêmaf in heta niha.

Heger dewleta Tirkiyeyê xurtbûnekê dixwaze û li Rojhilata Navîn xwedî rol be divê gavên pratîk biavêje.”

“Hikûmeta Tirkiyeyê digot ez li PKKyê dixim”

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif li ser bandora pêvajoyê ya di dan û standinên Kurdan ên bi Şamê re de got:

 “Hikûmeta Tirkiyeyê êrişên ku dianîn li ser deverên me yên Kurdî, digot ez li PKKyê dixim.

Bi qasî wê jî têkiliya bi rejîma Beşar Esed re û berî wê, îro ev meseleya aştiyane tê û PKK namîne ew tiştln ku berê pê dibûn îro ew hincet namînin.

Ji roja dewleta Sûriyeyê hatiye damezirandin ve Kurdan ji bo mafên xwe û ew siyaseta pîs li ser wan were hilanîn xebat kirine.

Îro jî dan û standina me û Şamê piştî Konferansa Kurdî em hêvî dikin heta Tirkiye ku sînorê wê heye bi Sûriyeyê re ji bo ku mafên miletê Kurd di Destûra Sûriyeyê de wekî pêkhateyeke sereke ya di hundirê Sûriyeyê de werin nivîsandin alîkar be.”

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif li ser avakirina Şandeya Kurdî jî agahî dan û got:

“Piştî Konferansê me ji wan re wekî ENKSyê got, em amade ne ji bo avakirina şandeyeke ku biçe Şamê.

Şande ku dê tenê ji bo silavê neçe Şamê, piştî wê gelek tiştên din jî werin kirin.

Wekî ENKSyê li ser tiştên ku di Konferansê de hatine gotin em rûniştin û me nêrîna xwe amade kir.

Me Kek Mezlûm (Ebdî) jî agahdar kir û dan û standin di nava me û wî de hene ku divê di demeke kurt de ev şande were avakirin.”

“Dema diyar bû em dê ji miletê xwe re bibêjin”

Feysel Yûsif li ser rewşa piştî Konferansê anî ziman:

“Em û Mezlûm Ebdî civiyan, em nêrînên xwe digihînin û hêvî dikin di demên pêş de bi PYDyê re jî rûnin têbîniyên Konferansê bi hev re binirxînin.”

Feysel Yûsif li ser avakirina Şandeya Kurdî anî ziman:

“Heta niha ne diyar e ku dê Şande ji kesan pêk were, heta niha di dan û standinan de ne.

Nêrîn hene lê biryara dawî nehatiye dayîn.

Meseleya Şandeya Kurdî dê tenê bi me ve ne girêdayî be, aliyên din jî hene.

Dema ku hejmara dawî diyar bû em dê ji miletê xwe re bibêjin.”

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Rojavayê Kurdistanê 26ê Nîsanê hat lidarxistin.

Bi serperiştiya ENKS û PYNKyê bi beşdariya 400 delegeyan Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişloyê hat encamdan.

Hevseroka Daîreya Tekîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed, Sekreterê Giştî yê ENKSyê Mihemed Îsmaîl û Hevseroka PYDyê Perwîn Yûsifê dîwana konferansê bi rê ve bir.

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 109 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:24:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x