Danûstandin û civînên girêdayî Efrîn û herêmên bakurê Helebê di navbera Rûsiya û Tirkiye didomin.
Herî dawî hin çalakvanan ragihand ku herdu alî li Balafirgeha Minix ya li Herêma Şehba kombûne, her wiha li hundir Efrînê jî civîn li dar xistine. Derbarê geşedanên li herêmê rojnemevanê li herêmê Elî Roj ji VOAyê ra axivî û got:“Vekirina rêya bazirganî di navbera Kilis, Ezaz û Helebê de hatiye nîqaş kirin, ku ev xwesteka Rûsiya ye. Her wiha di civînan de Tirkîyê xwestiye dagîrkerîya xwe ya li Efrînê weke hebûneke rewa ji alîyê Rûsiya ve bê erê kirin, tevî ku rejîm û Îran ji vê yekê ne razî ne.”
Her di vê çarçovayê de Roj balê dikşîne ser bargeh û dîwarên ku artêşa Tirkiyê li başûr û rojhilata Efrînê ava dike anko li deverên sînordar bi Şehba û yên di bin kontrola rejîmê de.
Roj vê yekê weke beşekî ji li hevkirinên Rûsiyayê û Tirkiyê dibîne û armanc û encaman wiha pêşbîn dike: “Avakirina dîwar û bargehan dê rewşê hîn aloztir bike, ku Tirkîyê dixwaze rê li ber vegera Efrînê bigre û rewşeke weke Iskenderonê peyda bike."
Herwiha ligor çavderan, Tirkiye hêzên leşkerî dişîne Efrînê bo operasyoneke leşkerî li herêma Şehbayê û Rûsya jî leşkerên xwe ji herêmê dişîne bo rê li ber operasyona Tirkiyê xweş bike.