Senatorê amerîkî: Divê Washîngton ji bo Efrînê helwestê nîşanî Tirkiyeyê bide

Senatorê demokrat Chris Van Hollen li Washîngtonê di konferansa bîranîna 30emîn salvegera Helebçeyê de ragihand ku ji bo Helebçeyên nû çênebin divê em hemû wezîfeya xwe bikin.

14.03.2018, Çar - 06:57

Senatorê amerîkî: Divê Washîngton ji bo Efrînê helwestê nîşanî Tirkiyeyê bide
Nuçe Belav bike

Senatorê Chris Van Hollen li Washîngtonê di konferansa bîranîna 30emîn salvegera Helebçeyê de got: "Ji bo Helebçeyên nû çênebin divê em hemû wezîfeya xwe bikin. Divê Civaka navneteweyî li hemberî operasyona leşkerî ya Efrînê bêdeng nemîne û Amerîka jî divê helwesta xxwe li hemberî Tirkiyeyê zelal bike."

Chris Van Hollen di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştgirîdayîna kurdan wezîfeya Amerîkayê ye. Eger kurd nebin em nikarin di tekoşîna dijî terorîzmê de bi ser bikevin."

Hollen di dirêjiya axaftina xwe de got: "Rejima Seddam 30 sal berê li Helebçeyê qetlîam anî serê kurdan, ew ne cara yekem bû heta niha gelek caran rastî qetlîamên wiha hatine."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 987 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:09:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x