Tirkiyeyê li ser êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku wan li herêma Til Rifet, Cizîr û Dêrikê yên Rojavayê Kurdistanê di êrişeke esmanî de 30 cih kirine armanc.

06.10.2023, Cum - 05:52

Tirkiyeyê li ser êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê doh bi daxuyaniyekê ragihand ku wan bi balafirên bêmirov navçeyên Til Rifet, Cizîr û Dêrikê bombebaran kirine.

Wezareta navborî di daxuyaniya xwe de îdia dike ku wan 30 cihên PKK û YPGyê “îmha kirine” ku ji “pêgeh, bîrên petrolê û depoyan pêk tên û berpirsên PKK û YPGyê li wan bûn”

Berpirsên Rojavayê Kurdistanê dibêjin navçeyên ku hatine bombebarankirin cihên sivîlan in û Tirkiyeyê sivîl kirine armanc.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê hinek dîmenên bomberbarankirina Rojavayê Kurdistanê jî belav kirin.

1ê vê mehê demjimêr derdora 09:30î 2 kesan li Enqereyê bi otomobîlekê êriş pêk anîbû.

HPGyê da zanîn ku êriş ji aliyê Tabûra Nemiran ve hatiye encamdan.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî got her du gerîlayên êriş pêk aniye “Ji Sûriyeyê hatine.”

Fîdan herwiha gefa “operasyonê” xwar û got, “PKK û YPG armancên sereke yên hêzên me ne.”

“Ev angaşt ne rast in”

Navenda Ragihandinê ya HSDyê bersiv da angaştên Hakan Fîdan û got:

“Îdiayên berpirsên Tirkiyeyê yên ku dibêjin encamderên teqîna li Enqereyê ji navçeyên HSDyê derbasî Tirkiyê bûne, ne rast in.

Ev, mijareke dubarekirî ye, dikeve çarçoveya tohmetên bêbingeh ku Tirkiyeyê berê wan dide HSDyê.”

Droneke Tirkiyeyê hat xistin
Li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê piştî ku bombebaranên Tirkiyeyê zêdetir bûn doh droneke Tirkiyeyê hat xistin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Patrick Ryder ragihand ku Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê ev dron xistiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 397 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:06:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x