Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê xelk dijî gefên Tirkiyeyê daket qadan.
Li aliyekê Tirkiye sewqiyata leşkerî ya bo ser sînorê zêde kiriye û dîplomasiya bo îcazetwergitina êrişeke li dijî Efrînê birêve dibe û li aliyê din xelk Efrîna Rojavayê Kurdistanê li dijî gef û êrişên Tirkiyeyê xwepêşandanan li dar dixe.
Li Efrînê xelkê sivîl bi piştgiriya rêxistinên sivîl, rîspî, nûnerên rêveberiya xweser û nûnerên partiyên siyasî ji xaçerêya Newrozê heta cadeya El Vilat li dijî gefên Tirkiyeyê meşiyan. Xelkê Efrînê bi gotinên, ‘Efrîn xeta me ya sor e. Xwediyên vê axê em in. Em ji tank û topên we natirsin û em li vir in’ êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin.