Li Kirmaşanê 3 otomobîl li hev qelibîn: 2 kesan canê xwe ji dest da

Li parêzgeha Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê, 3 otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

10.02.2024, Cts - 07:06

Li Kirmaşanê 3 otomobîl li hev qelibîn: 2 kesan canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Bûyerê li devereke bi navê Milemasê ya li ser rêya Rahan-Senqûrê di navbera 3 otomobîlên taybet de rû daye.

Rêveberê Heyva Sora Kirmaşanê Mihemed Baqir Mihemedî ragihand, piştî ku hatin agahdarkirin wan yekser tîmên xwe şandine cihê bûyerê.

Mihemed Baqir Mihemedî diyar kir ku di wê bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest daye û 5 kes jî birîndar bûne.

Tîman her 5 birîndar veguhastin nexweşxaneya bajarê Senqûrê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 323 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:09:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x