Serokê Desteya Rêveber a Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Mêrsinê Ayhan Kiziltan got, "Hevkariya Hewlêr û Mêrsînê dikare qedera vê erdnîgariyê biguherîne."
Li Hewlêrê bi beşdariya hejmarek karsaz, bazirgan û endamên odeyên bazirganiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê û Tirkiyê, 7emîn Lûtkeya Bazirganî û Aboriyê ya irkiye-Iraq-Herêma Kurdistanê destpê kir.
Lûtkeya navborî bi mebesta geşepêdana bazirganiya di navbera Tirkiye, Herêma Kurdistanê û Iraqê de tê encam dan.
Serokê Desteya Rêveber a Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Mêrsinê Ayhan Kiziltan ku bi mebesta beşdariya vê lûtkeyê li Hewlêrê ye, beşdarî bultena Rûdawê bû.
Ayhan Kiziltan diyar kir ku di bazirganiya navbera Mêrsîn û Herêma Kurdistanê de pêşketinên mezin çêbûne û got: “Ev cara sêyem e ku ez têm Hewlêrê. Li vê derê jî bernameya min a duyemîn e. Ji wê demê ve, min dît ku têkiliyên me yên bazirganî yên dualî gelek pêş ketine. Hema bêje her cure berhem tên bazirganîkirin. Bi taybetî di van demên dawî de û îro jî derbarê tûrîzma tenduristiyê de daxwaza heye me dît. Ez dikarim bibêjim ku qadeke bazirganiyê ya gelek mezin di navbera herdu bajaran de heye. Ez nûnertiya Mêrsinê dikim, ne rast e ku ez li ser navê Tirkiyê biaxivim. Gelek derfetên bazirganî hene ku em dikarin bi hev re binirxînin. Em ji bo pêşxistina vê bazirganiyê di her qadê de li vir in. Ev tê ne tenê wateua bazirganiyê, di heman demê de tê wateya zêdebûna hevkariya çandî û civakî ya di navbera her du bajaran de jî.”
Kiziltan destnîşan kir ku Mêrsîn di warê çandiniyê de yek ji bajarên herî pêş ên Tirkiyê ye û li bajêr her cure berhem tên berhemanîn û diyar kir ku ew dixwazin tecrubeyên xwe yên di warê çandiniyê de veguhezin bo Hewlêrê jî.
Debarê vê mijarê de jî Kiziltan wiha axivî: “Li Mêrsinê herî zêde fêkiyên narinciye (sitrus) hene. Sebze û fêkî, bacanên sor, xiyar, îsot, pîvaz, gilyaz, hirmî û her cure berhemên ku mirov bifikire li Mêrsînê tê berhemanîn. Her ku dema têm bala min dikişîne. Erdên wisa mezin li Herêma Kurdistanê hene. Lê çandinî tune. Min dît ku tenê genim tê çandin. Min dît ku eger avdanî bê kirin, li van herêman berhemên çandiniyê yên pir girîng dikarin bên berhemanîn. Eger em di vê mijarê de hevkariyê bikin, sûd ji ezmûna sektora cotkariya Mêrsînê were dîtin û zeviyên avdaniyê bêne çêkirin, li herêmê dikarin her cure berhemên çandiniyê bên hilberandin.”
Kiziltan eşker kir ku eger li Herêma Kurdistanê bi lêkolîneke jeolojîk bîrên avê bên vekirin, defet dê ji bo çandiniya avdanî çêbibe û wiha pê de çû: “Bi vî awayî li Tirkiyê çandiniyê dest pê kir. Wisa dixuye ku li ser axa vê derê her cûre berhem dikare were çandin. Helbet divê ev mijar ji aliyê pisporên her du bajaran ve were nirxandin.”
Kiziltan amaje bi wê yekê kir ku divê di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de têkiliyên mayînde û dostane were avakirin û got: “Tirkiye ji welatên rojavayî gelekî cuda ye. Welatên rojava tên, distînin, ligel xwe dibin, tiştekê nahêlin û tiştekê nadin. Lê dema Tirkiye tê, hem tiştekê dihêle û hem jî ji wir qazanc dike. Yanî Tirkiye di mantiqa 'qezenc-qezencê' de ye.”
Bi gotina Kiziltan, Hewlêr û Mêrsîn ji bo bibin birabajar ew dixebitin û destnîşan kir ku ji bo avakirina bingêhê wê yekê hem şaredariya Mêrsînê û hem parêzgariya wî bajarî di vî warî de dest bi xebetan kirine.
Serokê Desteya Rêveber a Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Mêrsinê Ayhan Kiziltan herwiha got: “Hevkariya van her du bajaran dibe ku qedera vê erdnîgariyê biguhere. Ji ber vê yekê em girîngiyeke mezin didin biratiyê. Birayatiya herdu bajaran dê herdu welatan nêzî hev bike.”