Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê biharê bi heywanên curbecur şên dibe

19.05.2022, Per - 12:59

Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê biharê bi heywanên curbecur şên dibe
Nuçe Belav bike

Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê ku li Tirkiyeyê parka neteweyî ya herî mezin e biharê bi heywanên curbecur şên dibe.

Parka ku Ava Reş jî di navê da ye û li ser qadeke 88 hezar hektarî ye bi ciyên xwe yên avî, çêre, dar û ber û hemû tebîeta xwe dereke nuwaze ye.

Biharê Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê ji xeynî ava berfa ku dihele û hêşînahiya xwe bi heywanên curbecur jî şên dibe.

Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê li dorbera bintara Çiyayê Agiriyê dirêj dibe ku ev çiya bi bilindahiya xwe ya 5 hezar û 137 mêtroyî li Tirkiyeyê çiyayê herî bilind e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 489 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:48:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x