Serok û Serokwezîrê Kurdistanê serxweşiyê ji Newşîrwan Mistefa re şand

Serok ve Serokwezîrê herêma Kurdistanê, ji ber koça dawî ya hevjîna serokê giştî ya Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa peyama serxweşiyê arasteyî Newşîrwan Mistefa û malbata wî kir.

18.03.2017, Cts - 06:28

Serok û Serokwezîrê Kurdistanê serxweşiyê ji Newşîrwan Mistefa re şand
Nuçe Belav bike

Serokê herêma Kurdistanê, ji ber koça dawî ya hevjîna serokê giştî ya Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa peyama serxweşiyê arasteyî Newşîrwan Mistefa û malbata wî kir.

Îro 17.03.2017ê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyama serxweşiyê ji ber koça dawî ya hevjîna Newşîrwan Mistefa Şûle Elî Seîd ji Newşîrwan Mistefa û malbat û kesûkarên wê re weşand.

Peyama serxweşiyê ya serokê herêma Kurdistanê waha ye:

Bi navê xwedêyê bexşînder û mîhreban

Bo birêz Newşîrwan Mistefa

Bi xemeke giran ve nûçeya koça dawî ya xwedê jê razî xanim Şûle Elî Seîd a hevjîna we birêz min bihîst. Ji ber vê jî serxweşiya xwe ez arastey we û malbata we û kesûkarên we dikim. Ji xwedê hêvî dikim cîhê wê biheşt be.

Înne lîllehûl raciûn

Mesûd Barzanî

17.03.2017


Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya serokê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa Şûle Elî Seîd peyamek serxweşiyê ji Newşîrwan Mistefa re şand.

Li gor malpera fermî ya hikûmeta herêma Kurdistanê peyam waha ye:

Bi minasibeta wefatkirina Şule Elî hevjîna Newşêrwan Mistefa, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê ji Newşêrwan Mistefa re dişîne.

Ev li jêr teksta wê peyamê:

Birêz kak Newşêrwan Mistefa

Îro nûçeya wefatkirina xatûn Şuile Elî, hevjîna we yên birêz bi min gihişt. Bi vê minasibeta xemgîn sersaxiyê li we yên birêz, zarok, kesûkar û xizmên hevjîna we ya xwedêjêrazî dikim.

Xwedayê mezin xwedêjêrazê bi buheştê şad bike û sebir, tehemûl û tendirustiyê bi we yên birêz bibexşe.

Nêçîrvan Barzanî

Serowkezîrê Herêma Kurdistanê

17.03.2017

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1555 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:46:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x