Amerîka 85 milyon dolar alîkarî dide Tirkiyê û Sûriyê

Amerîka dê ji ber mexdûrên erdhejê 85 milyon dolar alîkarî bide Tirkiyê û Sûriyê.

10.02.2023, Cum - 10:04

Amerîka 85 milyon dolar alîkarî dide Tirkiyê û Sûriyê
Nuçe Belav bike

Ajansa Pêşketina Navdewletî ya Amerîkayê (USAID) ragihand, di çarçoveya pêwîstiya alîkariya mirovî ya bilez de dê bo Tirkiyê û Sûriyê 85 milyon dolar alîkarî bê kirin.

USAIDê di daxuyaniya xwe de got: “Pêşengiya me ya herî mezin ew e, ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bo kesên di bin kavilan de bilez bikin.”

USAID dibêje, bi alîkariya ku bê kirin dê bo mexdûrên erdhejê xwarin, cihê mane, bi armanca parastina ji sermayê amûrên germkirinê, kelûpelên tendirustiyê û ava paqij bê dabînkirin.

Di encama erdheja 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs û Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çê bûye û bi hezaran avahî hilweşiyan. Piştî erdhejê nêzîkî 1500 erdhejên paşekî çêbûn.

AFADê îro 10ê Sibatê ragihand, li 11 bajaran 18 hezar û 342 kesan canê xwe ji dest dane û 74 hezar û 242 kes birîndar bûne.

Herwiha li Sûriyê û herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê jî di encama erdhejê de wêraniyek mezin çê bûye û bi hezaran mirî û birîndar hene.

Li gorî daneyên Rêveberiya Xweser, Hikûmeta Sûriyê û Rêxisitna Kum Spiyan, ji 6ê vê mehê ve û heta îro, li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê 3 hezar 840 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 7 hezar kes jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyan, heta niha li Cindirêsê ji ber erdhejê 510 kesan canê xwe ji dest dane û 850 kes birîndar bûne. Herwiha hat ragihandin ku li Cindirêsê 90 termên nenas hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 266 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:10:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x