Donald Trump, li ser hevdîtina di navbera welatê wî û Îranê de got, "Îro pirsgirêka her tiştî bi Îranê hene lê ez dê vê pirsgirêkê çareser bikim. Ev di rastiyê de pirsgirêkeke hêsan e. Em dê vê çareser bikin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump, li Koşka Spî di hevdîtina xwe ya bi Serokê El Salvadorê Nayib Bukele re de, danûstandinên bi Îranê re nirxandin.
Trump, behsa hevdîtina ku roja şemiyê pêk hatibû kir û diyar kir ku ew dê şemiya bê hevdîtineke din bikin lê di rastiyê de ev dema hefteyekê dirêj e.
Trump got, "Îran dixwaze bi me re lihev bike lê nizane dê çawa be. Me ji bo roja şemiya bê jî civîneke din plan kir.
Mijara sereke ev e: Îran ti carî nikare bibe xwediyê çekên nukleerî, hefteyek navber demeke dirêj e."
"Ez dê çareser bikim"
Trump, îdîa kir ku di serdema xwe ya ewil a serokatiyê de ji ber siyaseta "zexta herî zêde" ku li hemberî Îranê meşandiye, Tehranê "bê pere" maye û got:
"Îran bê pere mabû ji ber ku me dorpêçên duyemîn û gelek dorpêçên din bicih kirin.
Niha jî her tiştî pirsgirêkên têkildarî Îranê hene lê ez dê vê pirsgirêkê çareser bikim.
Ev di rastiyê de pirsgirêkeke hêsan e. Em dê vê çareser bikin."
Serokê Amerîkayê eşkere kir ku ew guman dike ku Tehran wan dixapîne û got:
"Ez texmîn dikim ew me mijul dikin ji ber ku fêr bûne li vî welatî bi mirovên ehmeq re mijûl bibin."
"Eger dixwazin bibin welatekî mezin, nikarin bibin xwediyê çekên nukleerî"
Trump, gotinên xwe bi vî rengî bi dawî kir: "Ez dixwazim ku Îran bibe neteweyeke dewlemend û mezin lê ew ti carî nikarin bibin xwediyê çekên nukleerî.
Eger dixwazin bibin welatekî mezin, nikarin bibin xwediyê çekên nukleerî."
Di navbera Amerîka û Îranê de pêvajoya dan û standinan
Serokê Amerîkayê Donald Trump sala 2018an bi awayekî yekalî welatê xwe ji peymanê nukleerî vekişandibû.
Trump meha borî ji bo dan û standinên rasterast ên nukleerî yê bi Îranê re, nameyek ji Rêberê Îranê Elî Xameneyî re şandibû.
Îranê bi rêya Umanê bersiva nameyê dabû.
Piştî vê bihevguhertina nameyan, Îran û Amerîkayê 12ê Nîsanê li Umanê bi awayekî nerasterast hevdîtin kirin.
Di encama hevdîtinan de hem aliyê Îranê û hem jî yê Amerîkayê ragihandin ku danûstandin "erênî û avaker" bûn.
Aliyan ragihandin ku ew dê 19ê Nîsanê dubare werin cem hev.
Tê çaverêkirin ku qonaxa bê ya dan û standinan li Romaya paytexta Îtalyayê pêk were.