Amerîka: Grûpên nêzîkî Îranê bi mûşekan êrîşî hêzên me yên li Sûriyê kirin

Roja Înê grûpên çekdar ên nêzîkê Îranê bi mûşekan êrîşî hêzên Hevpeyman ên li Sûriyê kirin, lê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê serê sibeha roja Şemiyê nûçe ragihand û Pentagonê behs kir.

25.03.2023, Cts - 11:21

Amerîka: Grûpên nêzîkî Îranê bi mûşekan êrîşî hêzên me yên li Sûriyê kirin
Nuçe Belav bike

Rayedarên Amerîkî li ser êrîşên grûpên çekdar ên ser Îranê ve daxuyanî dan û diyar kirin ku ew êrîş bê bersiv nemane.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Patrick Ryder anî ziman, “Vê sibê demjimêr nêzîka 8 û 5 deqe hêzên Hevpeymanan li gundê Kesk li bakurê rojhilatê Sûriyê bi 10 mûşekan hatin armanckirin. Em naxwazin rewşê ligel Îranê ber bi aloztir ve bibin lê hevdem hemû karekî dikin daku berevaniyê li serbaz û karmendên xwe bikin.”

Êrîşên mûşekî wek bersiva êrîşeke esmanî ya Amerîkayê bo ser çend grûpên nêzîkî Supaya Pasdarên Îranê li bakurê rojhilatê Sûriyê hatin lê ew jî dîsan bersiva êrîşeke roja Pêncşemê bo ser hêzên Amerîkayê yên li Sûriyê bû ku bi gotina Pentagonê bi firokeya bê firokevan a Îranî hatiye kirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden got, “Tîmên Asayîşa Niştimanî agahî dan min ku grûpeke çekdar a Îran piştgiriya wê dike bi firokeya bê firokevan êrîşî bingeheke me kiriye û di encamê de çend Amerîkî birîndar bûne û welatiyekî me jî canê xwe ji dest daye, min yekser fermana bersivdanê derxist û hêzên me yên serbazî çend êrîşên esmanî dijî wan aliyan pêk anîne.”

Amerîkayê ragihandiye ku naxwazin rewşê ligel Îranê ber bi aloztir ve bibin, lê hevdem peyameke zelal daye Îranê ku bi dijwarî bersiva êrîşên ser bingeh û hêzên xwe dide.

Li gor texmîna Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, nêzîkî15 hezar çekdarên Şîe yên Iraqî, Efxanî û Pakîstanî yên nêzîkê Îranê hene.

Piraniya wan li navçeya Dêrezorê li ser rêya serekî ne ku bajarê Bukemal û Dêrezorê û piştre bi Meyadîn ve girêdide û ji wê derê ber bi Şam û paşê Lubnanê ve diçe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 192 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:18:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x