Amerîka piştevaniya xwe ji bo UNAMIyê li Îraqê tekez dike

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê radigehîne, “Em piştevaniya erkê UNAMIyê li Îraqê dikin ku ji bo bicihanîna piroseya hilbijartinan û vegerandina awareyên Îraqê û welatiyên Kwêtê ji bo welatê wan kar kiriye”.

14.05.2024, Sal - 10:27

Amerîka piştevaniya xwe ji bo UNAMIyê li Îraqê tekez dike
Nuçe Belav bike

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje jî da, “Em bi Hikûmeta Îraqê û endamên civata ewlehiyê re kar dikin ji bo ku kar bi awayekî berpirsane bidawî bên, bi awayekî ku pêdivîtiyên xelkê Îraqê dabîn bikin û arêşeyên navbera Îraq û Kwêtê çare bikin”.

Pêştir Berpirsê Karûbarên Îraqê li Neteweyên Yekgirtî Diktor Ebas Kazim Ubeyd di çarçoveya nameyekê de ragehand, “Îraq wekî endameke damezrînerên Neteweyên Yekgirtî herdem pabendî peyman û meremên bilind ên wê rêkxistinê dibe”.

Diktor Ebas Kazim Ubeyd bi navê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî nameyek arasteyî Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres kir.

Di pareke wê nameyê de hatiye, “Min şanaziyeke zêdetir heye eger ez daxwazê bikim ku ev nameya niha û hevpêça wê bi civata ewlehiyê re bê hevparkirin û wekî belgenameyekê li wê civatê bê parvekirin, ku di wê nameya hevpêç de daxwaz ji UNAMIyê tê kirin ku li roja 31.12.2025ê dawiyê bi erkê xwe li Îraqê bîne û tevaya dozan bide destê dezgehên Hikûmeta Îraqê”.

 

Vî nûçeyê tevayî: 564 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:40:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x