Amerîkayê derbarê mîtînga CHPê de hişyarî da hemwelatiyan

Balyozxaneya Amerîkayê derbarê mîtînga Partiya Gel a Komarî (CHP) a li Stenbolê de hişyarî da welatiyên xwe yên li Tirkiyê û daxwaz kir ku ji xwepêşandan û protestoyan dûr bikevin.

19.05.2022, Per - 09:54

Amerîkayê derbarê mîtînga CHPê de hişyarî da hemwelatiyan
Nuçe Belav bike

CHP'ê ragihandîye da ku roja Şemiyê 21ê Gulanê li navçeya Maltepe ya Stenbolê mîtîngekê saz bike.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê di daxuyaniyekê de derbarê mîtînga CHPê de hişyarî da welatiyên xwe yên li Tirkiyê.

Di daxuyaniya Balyozxaneyê de hatiye bibîrxistin ku di xwepêşandanên berê yên li Tirkiyê de ava şid, gaza rondikrêj û guleyên nekujer hatin bikaranîn û hatiye gotin, bi îhtîmaleke mezin di vê mîtîngê de jî tedbîrên bi heman rengî bên wergirtin û daxwaz ji welatiyên Amerîkî kiriye ku “Xwe ji xwepêşandanan dûr bigrin.”

Balyozxaneya Amerîkayê wiha dibêje: “21ê Gulanê roja Şemiyê li Maltepe ya Stenbolê mîtînga CHPê tê plankirin. Rêveberiya Giştî ya Ewlekariyê tedbîr wergirtine. Di protestoyên pêştir de ava şid, gaza rondikrêj û guleyên nekujer hatin bikaranîn. Bi egereke zêde tedbîrên wek van tên wergirtin. Ji ber egera bikaranîna tundûtûjiyê û tiştên ne pêşbînîkirî ji xwepêşandan û protestoyan dûr bikevin.”

CHPê ji bo mîtînga xwe ya li Stenbolê bangewazî daye û ragihandiye, "Em bi banga maf, hiqûq û edaletê û bi beşdariya serokê xwe birêz Kemal Kiliçdaroglu di Mîtînga 'Dengê Gel' a Stenbolê de bi gelê xwe re hevdîtinê dikin."

Mîtîng dê roja Şemiyê saet di 18:00 de li Qada Mîtîngan a Maltepeyê bê lidarxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 619 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:38:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x