Amerîka: Em di polîtîkaya Sûriyê de bi ser neketin

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê John Kirby li ser encamên polîtîkayên Amerîkayê yên Sûriyê got, ‘Tekane kesê ku husrana xwe bîne ziman Kerry e.’

23.12.2016, Cum - 07:05

Amerîka: Em di polîtîkaya Sûriyê de bi ser neketin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Kirby li civîna rojane daxuyakirin ku ew di hewlên dîplomatîk ên bo Sûriyê de negihîştine armancê û got, ‘Heger hûn ji wezîr bipirsin (Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry) dê bi awayekî vekirî li ser rewşa heyî husrana xwe ji we re werîne ziman.'

Kirby herwiha ragihand, ‘Em di hewlên xwe yên dîplomatîk ên ji bo prosesa derbasbûna deshilatiya demkî de bi ser neketin.'

John Kirby pesnê Wezîr John Kerry da ku gelek xebat kiriye ji bo avakirina Hevpeymaniya Dijî DAIŞê li Sûriyê û Iraqê û da zanîn ku ligel rewşa heyî jî dê meha dawî ya erka xwe de jî hewldanên xwe bidomîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1504 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:19:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x