Blinken banga agirbestê li Îsraîl û Hizbullahê dike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken banga xwe ya ji bo agirbestekê di navbera Îsraîl û Hizbullaha Libnanî de nû kir, ku piştir Îsraîlê pêşniyara agirbestê ya ku ji aliyê Amerîka û Fransayê ve hatibû kirin, piştguh xistibû.

28.09.2024, Cts - 10:08

Blinken banga agirbestê li Îsraîl û Hizbullahê dike
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken di dawiya hevdîtinên dîplomatîk ên li Neteweyên Yekgirtî, di konferanseke rojnamevanî de got: “Biryariyên ku her du alî di rojên pêş de bigirin, dê rêya ku ev herêm tê re bimeşe diyar bike, ligel encamên xirab li ser gelên xwe, niha û ji bo salên pêş de jî.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê got: “Rêya dîplomatîk dibe ku di vê gavê de dijwar xuya bike, lê ew heye û bi texmîna me pêwîst e.” Herwiha soz da ku Amerîka dê kar bi berdewamî bi hemû aliyan re bike, ji bo gihîştina agirbestê.

Blinken got jî: “Tiştê herî girîng ê ku divê bi rêya dîplomasiyê bê kirin ew e ku şer bê sekinandin, piştre kar ji bo peymanek dîplomatîk a berfireh bê kirin.

Derbarê berjewendiyên Amerîkayê de jî hişyarî da û got: “Amerîka dê hemû tedbîran li hember her aliyekî ku rewşê bikar bîne da ku êrîşî karmend û berjewendiyên Amerîka li navçeyê bike, bigire.”

Roja Çarşemê, Amerîka û Fransayê pêşnîyareke hevbeş pêşkêş kirin ku tê de agirbestek di navbera Îsraîl û Hizbullahê de bo heyama 21 rojan hebû. Lê Îsraîlê guh neda vê bangê û soza têkbirina Hizbullahê da û duhî Înê taxa Başûr a Beyrûtê bombebaran kir.

Herwiha Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekezî li ser wê yekê kir, “mafê Îsraîlê heye ku xwe biparêze” lê wî rêya dîplomasiyê, wekî çareseriya herî baş dît.

 

Vî nûçeyê tevayî: 94 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:32:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x