Donald Trump: Divê Rûsya li G7ê vegere

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir, divê Rûsya careke din beşdarî G7ê bibe û got ku ew vê yekê pir dixwaze.

14 Sibat 2025 - 08:03
14 Sibat 2025 - 08:03
 0  463
Donald Trump: Divê Rûsya li G7ê vegere

Serokê Amerîkayê Trump di merasîmeke îmzeyê ya li Koşka Spî de mijarên têkildarî Rûsyayê nirxandin.

Trump ragihand ku divê Rûsya careke din beşdarî G7ê bibe ku ji Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Brîtanya û Amerîkayê pêk tê.

Piştî ku Rûsya ketibû Qirimê serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama ew ji G7ê derxistibû.

“Derxistina wan şaşî bû”

Trump diyar kir ku ew biryara Barack Obama şaş dibîne dibîne û got:

"Ez gelekî dixwazim wan vegerînim. Ez difikirim ku derxistina wan şaşî bû.

Mijar ne hezkirin an nehezkirina Rûsyayê ye, mijar G8 bû."

Trump da zanîn, ew difikire ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî dixwaze li ser maseyê be û wiha got:

"Eger G8 hebûya ev pirsgirêka li Ukraynayê dernediket û eger ez serok bûma ti carî Rûsyayê êrişî Ukraynayê nedikir."

“Ez bawer dikim ku ew aştiyê dixwaze”

Trump her wiha got ku Putin dixwaze dawî li şerê Ukraynayê were û wiha pê de çû:

"Ez bawer dikim ku ew aştiyê dixwaze. Ez difikirm ku ez wî baş nas dikim. Erê, ez difikirm ew aştiyê dixwaze. Eger nexwesta dê ji min re bigota."

Trump li ser pirsa "Ma tu bi Putin bawer î?" got:

"Ez bawer dikim ku ew dixwaze tiştek çêbibe. Ez di vê mijarê de pê bawer im. Ez difikirm ew jî dixwaze tiştin çêbibin."