Berdevkê Koşka Sipî Sean Spicer ragihand, eger cardin çekên kîmyayî werin bikaranîn, dibe ku li dijî Sûriyê êrîşên nû werin lidarxistin.
Sean Spicer di konferansa rojnamevaniyê ya rojane de diyar kir, armanca wan a sereke guhertina rejîmê nîne û got: “Esad li ser hikûmetê be jî, em dikarin DAIŞê têk bibin.”
Spicer di daxuyaniya xwe de wiha axivî: “Li Sûriyê armanca me ya sereke, guhertina rejîmê nîne. Ji bo ku DAIŞ têkbiçe, pêwîst nake ku Esad dev ji peywira xwe berde. Niha li Sûriyê, divê pêşî şer û pevçûn werin sekinandin.”
Sean Spicer herwiha got: “Ji bo piştgiriya gelê Sûriyê, tiştê herî baş ê ku em dikarin bikin, ev e.”
Berdevkê Koşka Sipî wiha dirêjî da axavtina xwe:
“Di vê rewşê de ji bo ku Esad dev ji peywira xwe berde, şert û merc dê guncaw bibe. Eger êrîşên bi çekên kîmyayî yên nû werin kirin, dibe ku em biryara operasyonên nû bidin.
Eger hûn gazê biavêjin ser bebikan û bombeya bermîlan bi kar bînin, hûnê ji vî serokî bersivê bibînin. Ez bawer nakim, li Sûriyeya ku Beşar Esad têde desthilatdar e, aramî û aştî pêk were.”