Ji Amerîkayê derbarê Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyeke nû

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, Amerîka piştevaniya avakirina dewleteke cuda li bakurê rojhilatê Sûriyê nake û got "Em piştgiriya serweriya Iraqê û saziyên Iraqê dikin."

08.06.2023, Per - 05:52

Ji Amerîkayê derbarê Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyeke nû
Nuçe Belav bike

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel li Washingtonê di civîneke çapemeniyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Li ser pirsa Peyamnerê Rûdawê Diyar Kurde ya “Grûpa bi navê Eshab-i Kehf ku Îran piştgirîya wê dike ragihand ku ji bo derxistina leşkerên Amerîkî ji Iraqê dê dîsa dest bi têkoşînê bikin. Di daxuyaniya komê de hat diyarkirin ku wê vê carê şer mezintir û cudatir bibe. Ji aliyê din ve Hizbullaha Libnanê du komên çekdar ên nû li Iraqê ava kirin. DYE van gefan ciddî dibîne? Amerîka li hember vê çalakiya komên ku Îran piştgiriya wan dike li Bexdayê çi plan dike? Patel wiha bersiv da:

“Bê guman, em gefan ciddî digirin û pêşîniya me ya sereke ew e ku em piştrast bikin ku karmendên me li wir ewle bin. Herwiha em berdewam nîgeran in ku bandora Îranê li navçeyê bibe sedema têkdana ewlehî û yekparçebûna navçeyê, têkdana aramiyê, saziyên Iraqê û bextewariya gelê Iraqê. Em dê berdewam bin li ser piştevaniya serxwebûna Iraqê û piştevaniya bihêzkirina saziyên Iraqê.”

Herwiha Patel li ser pirsa “Serokê Sûriyê Beşar Esed vedigere qada navçeyî û têkiliyên xwe bi welatên herêmê re asayî dike.Gelo Amerîka piştevaniya wê yekê dike ku têkiliyeke fermî di navbera Rêveberiya Xweser a Kurdî ya ku Amerîka piştgiriya wê dike û Şamê de çêbike ji bo parastina paşeroja rêveberiya xwe ya serbixwe? Gelo we glopa kesk ji kurdan re pêxistiye ku vegerin Şamê? Jî wiha bersiv dide:

“Em piştgiriya avakirina dewleteke cuda li Bakurê Rojhilatê Sûriyê nakin. Em di wê baweriyê de ne ku aramiya mayînde li herêmê dê di pêvajoyeke ku îradeya gelê Sûriyê temsîl dike re derbas bibe. Ev yek di biryara 2254 ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de hate gotin. Wezîrê me yê derve bi zelalî gotiye; Heta ku pêşketinek rasteqîn çênebe û li gor biryara 2254 ya Encûmena Asayîşa Navdewletî nebe, em piştgiriya asayîkirina pêwendiyên ligel rêjîma Beşar Esed nakin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 401 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:16:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x