Ji rêveberiya Trump yekemîn îstîfa hat

Şêwirmendê Ewlekariya Nîştîmanî yê Amerîkayê Mike Flynn dest ji karkêşa û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li dewsa Flynn generalê malnişîn Joseph Keith Kellogg weke şêwrimendê nû destnîşan kir.

14.02.2017, Sal - 11:51

Ji rêveberiya Trump yekemîn îstîfa hat
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê Ewlekariya nîştîmanî yê Amerikayê Mike Flynn dest ji karkêşa û serokê Amerîkayê

Donald Trump jî li dewsa flynn malnişîn joseph keith kellogg weke şêwrimendê nû destnîşan kir.

Dest ji karkişandina Flynn piştî eşkerebûna pêwendiya telefonî ya ligel Balyozê Rûsyayê li Waşîngtonê Sergey Kislyak a 29ê Kanûna 2016ê hat, ku di wê pêwedniyê de behsa rakirina cezayên ser Rûsyayê kiribûn.

Eşkerebûna vê pêwendiyê di nav rêveberiya Trump de nerazîbûn peyda kiribû.

Lê Mike Flynn qebûl nake ku di hevdîtinê de behsa vê mijarê hatibe kirin.

Flynn bi daxuyaniyekê daxwaza lêborînê kiribû, ku derbarê vê pêwendiyê de zanyariyên temam nedane Cigirê Serokê Amerîkayê.

Li gorî gotina Mike Flynn lêborîna wî hatiye qebûlkirin lê wî biryara dest ji karkişandinê daye.

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1365 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:32:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x