Kovara Time Zelensky wek mirovê salê yê 2022an hilbijart

Kovara Time, Serokê Ukrayna Volodymyr Zelensky wek mirovê salê yê 2022an bijart.

09.12.2022, Cum - 07:04

Kovara Time Zelensky wek mirovê salê yê 2022an hilbijart
Nuçe Belav bike

Time da zanîn ku Zelensky îlham daye Ukraynîyan û bo berxwedana li hember dagirkerîya wêranker ya Rûsya bala cîhanê kişandiye.

Kovarê ragihandiye:"Zelensky,ê ku di rojên pêşîn yên şer de red kir ku ji Kîev derkeve, bi weşanên ji paytextê Ukraynî li hev civandin. Zelensk bi mayîna li Kîevê wêrekî daye gelê xwe û dû re rêberên sîyasî yên Ukraynî jî bi awayekî wêrektir tevgerîne."

Time bi bîr xist ku Serokê Ukrayna yê berê Viktor Yanukoviç di sala 2014an de piştî xwenîşander nêzî qesira seroktîyê bûne ji welêt revîye û ew hîn jî li Rûsya dijî.

Zelensky dibêje ku di demên dawî de wî her çiqas dişîbinin serokwezîrê berê yê Brîtanya Winston Churchill jî ew pirtir xwe dişibîne Geroge Orwell yê nivîskar yan jî Charlie Chaplin yê komedyen.

Herwiha Zelensky dibêje ku Chaplin di Şerî Cîhanê yê Duyem de komedî dijî faşîzmê wek çek bi kar anî û bandora hunermandan ji ya agirê topan zêdetir e.

Hêjayî balkişandinê ye ku kovara Time ji 1927an vir ve mirovê salê dibijêre û par CEOyê kompanîya Tesla Elon Musk wek mirovê salê hatibû bijartin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 214 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:23:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x