Li klûba şevê ya eyaleta New Yorkê ya Amerîkayê di êrişeke çekdarî de herî kêm 10 kes birîndar bûn.
Li klûba şevê ya eyaleta New Yorkê ya Amerîkayê di êrişeke çekdarî de herî kêm 10 kes birîndar bûn.
Gelek tîmên Îdareya Polîsê ya New Yorkê çûn cihê bûyerê.
Hat ragihandin ku du kesên ji êrişê tên gumanekirin reviyan.
Tîmên tenduristiyê û polîs çûn li cihê bûyerê û birîndar li cihê bûyerê tên dermankirin.
Li bajarê New Orleansê jî roja yekem a sala nû êrişkarekî bi kamyonê da ser xelkê.
Di wê êrişê de 15 kes mirin û 35 kes jî birîndar bûn.
Êrişkar piştre ji otomobîla xwe derketibû û li ser girseyê gule reşandibû.
Di otomobîla êrişkar de alaya DAIŞê hatibû dîtin.
Heta niha nayê zanîn ka êriş bi hev re têkildar in yan na.