Pentagon: Êrîşa li ser Firokexaneya Silêmaniyê 100 metreyan dûrî hêzên me bû

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, êrîşa li ser Firokexaneya Silêmaniyê 100 metre dûrî hêzên Amerîkî û Fermandarê Giştî yê HSDê bûye.

14.04.2023, Cum - 05:43

Pentagon: Êrîşa li ser Firokexaneya Silêmaniyê 100 metreyan dûrî hêzên me bû
Nuçe Belav bike

Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder îro Pêncşemê di kongreyeke rojnamevanî de li ser erkê wan ê di serdana bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî re ragihand, “Ew geşt di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de bû bi hêzên Amerîka û hêzên me yên herêmî yên hevbeş li Iraq û Sûriyê li dijî DAIŞê şer dikin re.”

Patrick Ryder diyar kir ku ew dikarin piştrast bikin ti ziyanên canî çênebûne û êrîş 100 metreyan nêzîkî wan bûye û got, “Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser bûyerê lêkolînê dike.”

Roja Înê 7ê Nîsana 2023an li nêzîkî Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê dûman bilind bibûn, rayedarên firokexaneyê û asayîşê di destpêkê de gotibûn ku şewateke normal bûye lê piştre hat ragihandin ku bi firokeyên bê firokevan êrîşek hatiye kirin ku hêzên Amerîkî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li wir bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 182 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:31:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x