Piştî şeş geran jî Kongreya Amerîkayê nikarî serokekî hilbijêre

Piştî du rojan û birêveçûna şeş gerên dengdanê, ji ber nakokiyên di navbera nûnerên Komariyan de hêj serokekî nû bo Encûmena Nûneran a Kongreya Amerîkayê nehatiye diyarkirin.

05.01.2023, Per - 14:16

Piştî şeş geran jî Kongreya Amerîkayê nikarî serokekî hilbijêre
Nuçe Belav bike

Piştî hilbijartinên navdemê yên di 8ê Mijdara 2022an de, krîza hilbijartina serokatiyê li Meclisa Nûneran a ku Komarparêz piraniya wê pêk tînin, berdewam dike.

Endamên Kongresê careke din bo destnîşankirina serokekî nû bo Encûmena Nûneran civiyan, lê cara şeşem jî biserneketin.

Endamê Kongresê yê Komarî, Aaron Bean ragihand, “Çend kes hene di wê baweriyê de ne ku hemûyan kesekî xelet hilbijartine. Piştrast in ku çareseriyek tê dîtin. Tenê pêdivî bi hinek demê heye. Niha dibin beşek ji dîrokê.”

Komarî heta niha di nav xwe de ji bo hilbijartina Kevin McCarthy wek serokê nû yê Encûmena Nûneran ne yek in û di her şeş gerên hilbijartinê de dengên tam nedane McCarthy.

Endamê Kongresa Amerîkayê yê Demokrat, Scott Peters têkildarî hilbijartina serokê kongreyê ragihand, “Ew bi Komariyan ve girêdayî ye daku bizanin digihin ku. Divê serokê encûmena me ya nûneran hebe. Ew piranî ne û divê çareser bikin, ji ber divê dest bi kar bikin bo gelê Amerîkayê. Ev nayê qebûlkirin.”

Çend roj in ew endamên komarî yên ku piştgiriya McCarthy ê temen 57 salî dikin ligel Komariyên dijî McCarthy di gotûbêjê de ne daku roja Pêncşembê serokê nû yê Kongresê destnîşan bikin.

Endamê Kongresa Amerkayê yê Komarî, Mickey Gates dibêje, “Bi baweriya min îro yan di dema çar rojên pêş de serokê encûmena me ya nûneran tê diyarkirin. Em dê li ser van gotûbêjan berdewam bin. Di nav fraksyona me ya Komariyan de serokekî me dibe û baweriya raya giştî ya Amerîkayê vedigerînin.”

McCarthy wek dînemoya rabûna Komariyan li Kongresê tê naskirin ku bi milyonan dolar xerc kirin bo biserxistina Komariyan di hilbijartina nîvdemî ya Amerîkayê de û bidestxistina piraniyê li nav Encûmena Nûneran bi 222 endaman li beramber 212 endamên Demokratan, lê Komarî li ser hilbijartina wî siyasetmedarî wek serokê Encûmena Nûneran ne hevdeng in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 190 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:18:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x