QSD: Alikariya Amerîka berdevame!

Berpirsê Têkiliyên Karên Derve yê HSDê Abdulezîz Yunis ji Sputnikê re diyar kir ku çekdayîna Amerîkayê ji bo dewam dike û nûçeyên ku di vî warî de derdikevin ne rast in. Amerîkayê doh jî ji me re bi sedan TIRan çekên giran, cebilxane û wesyîtên zirxî şandine.

28.11.2017, Sal - 10:37

QSD: Alikariya Amerîka berdevame!
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên QSD'ê hatine wergirtin çek şandina Amerîkayê di çarçoveya operasyona kontrolkirina Dêra Zorê berdewam e. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglu du roj berê ragihandibû ku Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump di hevdîtina xwe yê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re soz daye ku êdî çekan nedin Quwetên Sûriyeya Demokratîk (QSD). Lê Berpirsê Têkiliyên Karên Derve yê QSDê Abdulezîz Yunis ji Sputnikê re diyar kir ku Amerîkayê doh bi sedan tiran çek û cebilxane ji wan re şandine.

Li ser mijarê Berpirsê Têkiliyên Karên Derve yê QSD'ê Abdulezîz Yunis axivî û eşke kir ku çekdayîna Amerîkayê ji bo QSD'ê dewam dike û got: "Amerîkayê ji bo me alîkariya çekan ne biriye û çekên giran, cebilxane û wesyîtên zirxî şandine. Amerîkayê û hevpeymana dijî DAIŞ'ê hê jî alikariya çekan dide me. Daxuyaniyên Tirkiyeyê ku dibêje ‘Amerîkayê alîkariya çekan a bi QSD'ê re biriye' rast nîn in. Amerîka doh ji me re bi sedan TIR çek şandin. TIR'ên tije çek ji Qamişloyê gihaştine Dêra Zorê devera ku em li hemberî DAIŞ'ê operasyonê dikin. Piştgiriya Amerîka û hevpeymanan didome. Amerîkayê derbarê birîna alikariya çekan de tu tişt negotine, berevajî wê Amerîka diyar dike ku bi me re têkiliyên xwe xurttir bike, Stratejiya wê di wî alî de ye. Hêviya me ew e ku ji me re bêhtir çek werin şandin."

Hêjayî gotinê ye ku Amerîkayê heta niha ji QSDê re bi qasî 2 hezar û 100 TIR'an çek û wesyîtên zirxî şandine.

Enqere bi tundî li dijî çekdayîna YPG'ê disekine.

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1386 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:48:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x