Trump gef li Hemasê xwar: Eger dîl neyên berdan dê qiyamet rabe
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku eger heta nîvroya roja şemiyê hemî dîlên li Xezeyê neyên berdan divê agirbest betal bibe û got, “Bila qiyamet rabe.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump li merasima îmzayê ya li Qesra Spî rûdanên li Xezeyê nirxandin.
Donald Trump di bersiva pirsa nûçeyên ku Hemasê navber daye berdana dîlên li Xezeyê, destnîşan kir ku ev yek nayê qebûlkirin.
Trump anî ziman ku eger heta nîvroya roja şemiyê hemî dîlên li Xezeyê neyên berdan, divê agirbest were betalkirin û got, "Bila qiyamet rabe".
Peymana agirbesta ji bo Xezeyê ya di navbera Îsraîl û Hemasê de 19ê Kanûna Paşîn hatibû îmzekirin.
Li aliyê din Hemasê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku Îsraîlê 4 xalên peymana agirbestê bin pê kirine.
Berdevkê Lîwayên Qesamê Hemasê Ebû Ubeyde ragihandibû, ji ber ku Îsraîlê sozên peymana agirbestê bi cih neanîne, wan radestkirina dîlan a ku dê 15ê Sibatê bihata kirin bi paş xistiye.