Trump li ser Sûriyeyê daxuyanî da

Donald Trump li ser reşwa Sûriyeyê got, "Ew mecbûr in li çareya serê xwe binêrin ji ber ku em dê midaxele nekin."

12.12.2024, Per - 10:27

Trump li ser Sûriyeyê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.

Piştî ku rejîma Esed rûxiya Tehrîr El Şamê piraniya Sûriyeyê kontrol kir û niha li wê derê bûye desthilat.

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump ku ji bo vekirina katedrala Notre Dameyê çûbû Parîsa paytexta Fransayê bi rojnameya Paris Matchê re hevpeyvînek kir.

Trump di hevpeyvînê de krîzên navneteweyî û rewşa Rojhilata Navîn nirxandin.

Trump diyar kir ku di krîzên navneteweyî de armanca wî ya sereke çareserkirina pirsgirêka Ukraynayê ya bi Rûsyayê re ye.

Li ser rewşa Rojhilata Navîn jî Trump wiha anî ziman, "Rêvebirina Rojhilata Navîn rewşeke kêmtir zehmet e."

"Mecbûr in li çareya serê xwe binêrin"

Her wiha Donald Trump got, "Li cîhanê gelek krîz hene. Di rojên borî de ji Sûriyeyê nûçe gihîştin destên me.

Ew dê mecbûr bin ku li çareya serê xwe binêrin ji ber ku em dê midaxele nekin. Fransa jî dê midaxale neke."

"Bi sed hezaran leşker hatin kuştin"

Li aliyê din Trump tekez kir ku pêşikiya wî çareserkirina pirsgirêka şerê Ukrayna û Rûsyayê be û wiha pê de çû:

"Li van her du welatan windahiyeke gelekî mezin a mirovan heye. Bi sed hezaran leşker hatin kuştin.

Rojhilata Navîn jî giring e lê bi ya min birêvebirina wê ji ya Ukrayna û Rûsyayê kêmtir zehmet e."

 

Vî nûçeyê tevayî: 214 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:46:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x