Washington: Balafir û helîkoptereke leşkerî li hewayê li hev ketin

Li nêzîkî Balafirgeha Ronald Reaganê ya li nêzîkî Washingtona paytexta Amerîkayê balafirek û helîkoptereke leşkerî li hewayê li hev ketin û ketin xwarê.

30.01.2025, Per - 10:01

Washington: Balafir û helîkoptereke leşkerî li hewayê li hev ketin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Birêvebiriya Federal a Hewavaniyê ya Amerîkayê (FAA), ew helîkopter û balafir piştî ku li hev qelibîne ketine Çemê Potomacê.

Hemû firînên li balafirgehê hatin rawestandin û li herêmê tedbîrên ewlehiyê hatin standin.

Hîn daxuyaniyek li ser hejmara rêwiyên di balafir û helîkopterê de nehatiye dayîn.

Gelek wesayîtên polîsan û ambulans çûn Balafirgeha Ronald Reaganê û derdora çêm.

Daxuyaniya Berdevkê Qesra Spî

Li aliyê din, Berdevka Qesra Spî Karoline Leavittê di weşana zindî ya Fox Newsê de derbarê bûyerê daxuyaniyeke kurt da.

Karoline Leavittê got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bûyerê hatiye agahdarkirin û ew bipêşketinên dawî gav bi gav dişopînin.

Leavittê jî piştrast kir ku balafireke bazirganiyê û helîkoptereke leşkerî li hev ketine û got ku ew “vê bûyera trajîk” kêlî bi kêlî dişopînin."

Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde da zanîn ku di balafirê de 60 rêwî û di helîkopterê de jî 3 leşkerên Amerîkayê hebûne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 120 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:48:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x