Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Fikrî Işik ragihand ku Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis gotiye ku pêwendiyên Amerîka li gel Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji neçarî û demkî ye.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Fikrî Işik û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis duh li paytexta Beljîka-Brukselê civiyan.
Medya Tirkiyê ragiahnd ku di civîna James Mattis û Fikrî Işik de behsa dilgiraniyên Tirkiyê yên derheqê alîkarîkirina YPGê hatiye kirin.
Li gor medyaya Tirkiyê, James Mattis gotiye ku pêwendiyên wan li gel YPGê ne bi dilê wan e ji neçarî û demkî ne û hemû ew nûçe jî red kirine ku dibêjin, dê artêşa Amerîka wan çekên ku dane YPGê careke din jê nestîne.
Herwiha li gorî heman nûçeyan Mattis tekezî li ser wê yekê kiriye, ku piştî kontrolkirina Reqayê, dê wan çekan ji YPGê bistînin û hikûmeta Tirkiyê jî ji wê yekê arxalîn kiriye.
Wezîrê Berevaniya Amerîka beriya niha jî nameyek ji Wezîrê Berevaniya Tirkiyê re nivîsîbû û gotibû, Amerîka dê piştî şerê DAIŞê wan çekên ku dane YPGê, dîsa jê bistîne.