Zelensky di yekem serdana xwe de çû Amerîkayê

Ji destpêka êrîşa Rûsya ya li dijî Ukrayna di 24ê Sibata îsal de, ev yekem serdana Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ya derveyî welat e.

22.12.2022, Per - 06:13

Zelensky di yekem serdana xwe de çû Amerîkayê
Nuçe Belav bike

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky di yekem serdana xwe ya ji bo derveyî welat, berê xwe da Amerîka û hin civîn sazkirin, destpêkê li Koşka Spî bi Serokê Amerîka Joe Binden re civiya, piştre çû Kongrêsa Amerîka û li wir jî gotarek pêşkêş kir.

Ji destpêka êrîşa Rûsya ya li dijî Ukrayna di 24ê Sibata îsal de, ev yekem serdana Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ya derveyî welat e.

Heta niha Rûsya hin navçeyên Ukryana bi xwe ve girêdane, lê Ukrayana jî karibû hin navçeyên ku ketibûn bin kontrola Rûsya vegerîne, Amerîka û Ewropa bi berdewamî alîkariyên serbazî didin Ukryana daku rê li êrîşên Rûsya bigirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden dibêje: “Gelekî dilxweşim ku te karîbû bihata vê derê. Şanaziyeke mezin e ku em li aliyê we ne û dijî şerê hovane yê ku ji aliyê Putîn ve tê kirin rawestiyane. 300 roj in ev şer berdewam e û mirovên bê tawan di nav de ne.”

Rûsyayê derbarê serdana Zelensky de ragihand ku çaverê nakin siyaseta Serokê Ukraynayê bê guhertin ku hevdîtina ligel Serokê Rûsya Vladimir Putîn red kiriye û bi taybet piştî vê serdanê jî tiştek naguhere.

Piştî belavbûna nûçeya serdana Zelensky bo Amerikayê, Putîn jî biryar da ku ligel berpirs û fermandarên leşkerî yên Rûsyayê bicive.

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu jî got: “Li Ukraynayê leşkerên Rûsya rûbirûyî hêzên rojavayî dibin. Amerika û hevpeymanên wê bi malzemeyên leşkerî piştgiriya Kyivê dikin û rahênanên leşkerî dikin. Saziya îstîxbaratê damezrandine û şêwirmend dabîn kirine.”

Heta niha Amerikayê bi bihayê 47.9 milyar dolar alîkarî pêşkêşî Ukraynayê kiriye. 22.9 milyar dolar malzemeyên leşkerî, 9.9 milyar dolar alîkariya mirovî û 15.1 milyar dolarjî alîkariya darayî bûye.

Amerîka biryar da bi bihayê 1.8 milyar dolarên din alîkariya leşkerî bide Ukraynayê ku di nav alîkariyê de sîstema berevaniya esmanî Patiryot jî heye. Hêza wê bi dema 70 kîlometre ye û li bilindahiya 24 kîlometre armanca xwe pêk tîne, mûşeka wê 5 metre û 20 santîmetre dirêje û çapa wê jî 40 santîmetre ye.

Rûsya çend meh in bi rêya êrîşên mûşekî û dronî jêrxaneyên sivîl ên Ukrayna armanc dike û bi taybetî tora xeta elektrîkê. Herwiha di heman demê de nêzîkî 10 milyon Ukraynî bê elektrîk mane û biryar e di vê serdanê de Zelensky daxwaza dabînkirina jeneratoran bike ku heta elektrîkê bo Ukraniyan dabîn bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 459 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:53:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x