Encûmena Asayîşa Navdewletî derbarê Rêkeftina Etomî ya Îranê de dicive

Piştî rawestandina gotûbêjên etomî yên Îranê, Neteweyên Yekbûyî di civîneke Encûmena Asayîşa Navdewletî de li New Yorkê daxwaza aktîvkirina rêkeftinê kir

20.12.2022, Sal - 13:25

Encûmena Asayîşa Navdewletî derbarê Rêkeftina Etomî ya Îranê de dicive
Nuçe Belav bike

Washington û Tehran ji bo ji nû ve aktîfkirina rêkeftina etomî ya sala 2015an danûstandinan dikin, lê gelek caran ew danûstandinê têne ragirtin.

Wekîla Sekreterê Giştî yê UN Bo Karûbarên Siyasî Rosemary DiCarlo dibêje: “Aktîvkirina rêkeftina etomî hê jî girîng e daku civaka navdewletî ji aştbûna bernameyê etomî yê Îranê piştrast bibe û rê bo wî welatî bê dayîn sûdê ji çavkaniyên xwe werbigre, loma em daxwazê ji Amerîka û hemû welatan dikin hewl bidin mijarên daleqandî çareser bikin.”

Çavkaniyên medyayê dibêjin, li pişt perdeyê helwêsta Îranê li beramber Amerîka û Rojava bo zindîkirina rêkeftinê nermtir bûye.

Balyozê Îranê Li Neteweyên Yekbûyî Saeid Iravani jî got: “Dibe rêkeftina etomî bê aktîvkirin eger îradeyeke siyasî ya rast a Amerîkayê hebe û ji karkirinê re amade be bo gehiştina rêkeftineke demdirêj.”

Ji meha Tebaxa îsal ve gotûbêjên etomî ku bi navbênkariya Yekîtiya Ewropayê li Austuryayê dihatin kirin, rawestiya ne. Sedem jî li gor Rojava vedigere dîtina uranyuma meyandî ya ast bilind e li sê Santralên Etomî yên ranegihandî yên Îranê, ku Tehran wek hîleyeke siyasî bi nav dike û Washington jî dibêje Îran dixwaze bi awayekî nehênî çekên etomî bidest bixe.

Guman li ser zimanê Rawêjkarê Bilind ê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Kemal Xerazî di Sêyemîn Foruma Tehranê de hat redkirin.

Rawêjkarê Bilind ê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Kemal Xerazî dibêje: “Îro jî şiyaneke me ya zêde heye û dibînin roj bi roj cîhazên zêdetir ên santrefujan dadimezrînin, lê em ne mijulê çêkirina bombeyê ne, şiyana me heye lê nêta me ya çêkirine bombeyê nîne. Di warê baweriyê de çêkirina bombeya etomî heram e û di warê stratejîk de jî ne çareserî ye.”

Îro li Urdinê Duyemîn Konferansa Bexdayê bi amadebûna Nûnerê Yekîtiya Ewropayê û nûnerên welatên deverê di nav de Îran tê sazkirin û rewşa Îranê yek ji mijarên serekî yên gotûbêjan e.

Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Husên Ebdullahiyan got: “Urdin derfeteke maqûl e daku bikaribin van gotûbêjan temam bikin, vekirî ji Amerîkiyan re dibêjim divê di navbera durûyî û gehiştina rêkeftinê de, rêyekê hilbijêrin.”

Di meha Îlona îsal de, Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê ragihand ku; “Îranê 43 kîlogram ji uranyûma meyandî bi rêjeya ji sedî 60 heye û gihandina rêjeyê bo ji sedî 90, dibe sedema metirsiya çêkirina bombeya etomî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 400 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:56:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x