Bereyê Miqawemeyê yê Îraqê êrîş kir ser xaleke serbazî ya Israîlê

Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî yê Îraqê îro ragehand ku, êrîş kiriye ser xaleke serbazî li bakurê Israîlê.

28.10.2024, Pts - 10:38

Bereyê Miqawemeyê yê Îraqê êrîş kir ser xaleke serbazî ya Israîlê
Nuçe Belav bike

Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî yê Îraqê di beyannameyekê de ragehand, bi rêya bikaranîna dronan xaleke serbazî li bakurê Israîlê kiriye armanc.

Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî yê Îraqê kempeynên xwe li dijî Israîlê bi lez piştrast kirin.

Komên milîşyayên Îraqî ku xwe wekî Bereyê Miqawemeyê daye nasandin, ji lîwayên Hizbulah, Seyîdu Şuhade, Tevgera Nuceba û çendên din pêk tên.

Ev ji bo dema zêdetirî salekê ye ku Israîlê li kertê Xezzeyê dest bi şerê li dijî Hemasê kiriye, ew jî piştî êrîşa Hemasê ya roja 07.10.2023ê li ser Israîlê.

Şerê Xezzeyê wesa kiriye ku komên çekdar ên girêdayî Îranê desttêwerdanê li deverê bikin û wî şerî berfireh bikin.

Vî nûçeyê tevayî: 292 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:39:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x