Hikûmeta Îraqê qerebûya xerciya berhemanîn û veguhastina petrola Herêma Kurdistanê dide

Civata Wezîrê Îraqê pêşniyarekê ji bo edilandina madeya 12/B2/C ji qanûna budceya sê salî ya hejmar 13 a sala 2023ê dipejirîne, ku çend xalan vedigire û di xala yekê de bal kêşaye ser wê yekê ku, Wezareta Darayî ya Federalî qerebûya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji xerciyên siyadî ji bo xerciya berhemanîn û veguhastinê dike, ji bo wê petrola li Herêma Kurdistanê tê berhemanîn ku ji aliyê kompaniya Somoyê ve tê wergirtin.

06.11.2024, Çar - 10:52

Hikûmeta Îraqê qerebûya xerciya berhemanîn û veguhastina petrola Herêma Kurdistanê dide
Nuçe Belav bike

Civata Wezîrên Îraqê duh (Sêşem, 05.11.2024) bi serokatiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya û di wê civînê de çend biryar dan, ku yek ji wan biryaran girêdayî pejirandina pêşniyarekê  ji bo edilandina madeya 12/B2/C ji qanûna budceya sê salî ya hejmar 13 a sala 2023ê bû.

Pêşniyara pejirandî ya Civata Wezîrên Îraqê ji bo edilandina madeya 12/B2/C ji qanûna budceya sê salî ya hejmar 13 a sala 2023ê van xalan vedigire:

1. Wezareta Darayî ya Federalî qerebûya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji xerciyên siyadî ji bo xerciya berhemanîn û veguhastina petrolê dide, ji bo wê petrola li Herêma Kurdistanê tê berhemanîn ku ji aliyê kompaniya Somoyê ve li dû bendên A û B yên madeya 12/B2 tê wergirtin, bi şertekî xerciya dadperwerane ya xeminandî ya berhemanîn û veguhastina petrolê ji bo her zeviyekê ji aliyê dezgeheke şêwirmendiyê ya teknîkî ya navdewletî ya taybetmend ve ku Wezareta Petrolê ya Federalî bi lihevkirin bi Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ji bo vî erkî destnîşan dikin, cuda hisab jê re bê kirin û di dema 60 rojan de ji destpêkirina bicihanîna vê qanûnê ve, herwesa eger di dema wan şêst rojan de li hev nekir, Civata Wezîrên Îraqê wî alî an jî wê dezgeha şêwirmendî ji bo wî erkî destnîşan dike.

2. Ew dezgeha şêwirmendî ya ku di xala yekê de amaje pê hatiye dan, xerciya xeminandî ya berhemanîn û veguhastina petrolê pêşkêşî her du Wezareta Petrolê û Wezareta Darayî yên Federalî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û ji bo edilandina wê qanûnê pişta xwe pê ve girê dide, herwesa qerebûkirina Kurdistanê dê li ser wê xerciyê be ku her roj çend bermîlan dide destê kompaniya Somoyê an jî Wezareta Petrolê ya Federalî, ev jî li dû her du bendên A û B yên madeya 12/B2 û Wezareta Darayî ya Federalî wî pereyî dide Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

3. Li dû her du bendên A û B yên wê madeyê, petrola berhemînayî ya Herêma Kurdistanê rasterast radestî kompaniya Somoyê an jî Wezareta Petrolê ya Federalî tê kirin û xerciya berhemanîn û veguhastina petrola Herêma Kurdistanê wekî berahî/sulfe bi 16 dolaran ji bo her bermîlekê ji aliyekê Wezareta Darayî ya Federalî bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê dan. Herwesa piştî temambûna şêwirmendiya teknîkî ya pispor ku di xala yekê de hatiye behskirin, ev mijar tê yekalîkirin.(K24)

 

Vî nûçeyê tevayî: 730 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:29:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x