Amirlî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, plana bicihkirina hêzên federal li ser sînorê bi Tirkiye û Îranê re, gaveke mezin e ji bo parastina serweriya Iraqê.
Herwaha got: Hevdîtinên Serokwezîrê Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de giring bûn.
Amirlî destnîşan kir, tedbîrên din ji bo parastina serweriya welat têne standin, di nav wan de jî bicihkirina sîstemên berevaniya asmanî li ser sînor e û ew li benda hatina karwaneke din a wê sîstemê ne ku ji Fransa hatine kirîn.
Li gor Mehdî Teqî, Iraq bi niyaz e girêbestên kirîna sîstemên pêşketî bi çend welatên din re îmze bike.