Sûdanî bo çend pirsên giring serdana Tirkiyeyê dike

Balyozxaneya Îraqê li Enqereyê ragehand, “Şandeke fermî ya Îraqê gehişt Tirkiyeyê, wekî amadekarî ji bo îmzakirina pirotokolên hevfêmkirina dualî.”

05.05.2025, Pts - 11:44

Sûdanî bo çend pirsên giring serdana Tirkiyeyê dike
Nuçe Belav bike

Balyozxaneya Îraqê li Enqereyê îro (Duşem, 05.05.2025) di beyannameyekê de ragehand, “Serdana wê şandê di çarçoveya amadekariyên berdewam de ye, ji bo serdana vê heftiyê ya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo Tirkiyeyê.”

Di wê beyannameyê de hatiye, “Ew şand bi serokatiya Serokê Pişka Welatên Cîran li Wezareta Derve ya Îraqê Mihemed Reza Hisênî û nûnrên hejmareke wezaret û dezgehên peywendîdar ên Îraqê ye, armanca wê şandê jî temamkirina danûstandinên teknîkî ye li ser pirotokolên hevfêmkirinê, ku bi Tirkiyeyê re tê îmzakirin.”

Wê beyannameyê ron jî kiriye, “Ew pirotokol çend warên giring vedigirin, wekî ewlehî, veguhastin, pilandanan, perwerde, peywendî û pîşesazî.”

Balyozê Îraqê li Enqereyê Macid Lecmawî ragehand, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di serdana xwe ya ji bo Tirkiyeyê de danûstandinan li ser çend pirsan dike, wekî pêşxistin, enerjî û bazirganî.”

Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu jî pêştir ragehandibû,  “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di çend rojên bê de serdana Tirkiyeyê dike, herwesa Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî li nîva îsal serdana Îraqê dike.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 88 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:31:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x