Alîgirên Mûqteda Sadir îro jî li taxa Sadir kom bûn û dest bi xwepêşandanê kirin.

Li paytexta Iraqê Bexdayê xwepêşandanên li dijî hikûmet û Komîsyona Bilind a hilbijartinan berdewam dike. Li paytexta Iraqê Bexdayê xwepêşandanên li dijî hikûmet û Komîsyona Bilind a hilbijartinan berdewam dike. Alîgirên Mûqteda Sadir îro jî li taxa Sadir kom bûn û dest bi xwepêşandanê kirin.

11.02.2017, Cts - 08:48

Alîgirên Mûqteda Sadir îro jî li taxa Sadir kom bûn û dest bi xwepêşandanê kirin.
Nuçe Belav bike

Li paytexta Iraqê Bexdayê xwepêşandanên li dijî hikûmet û Komîsyona Bilind a hilbijartinan berdewam dike. Alîgirên Mûqteda Sadir îro jî li taxa Sadir kom bûn û dest bi xwepêşandanê .

Ji hemû aliyê bajarê Bexdayê ve xelk diherikin taxa Sedir da ku li hember Komîsyona Bilind a Hilbijartinan xwepêşandanê bikin û daxwaza çaksaziyan bikin.

Tê gotin, ku dê îro li Bexdayê xwepêşandana bi milyonî bê kirin. Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê li Navçeya Kesk a Bexdayê tedbîrên dund wergirtine, tank û çekên giran bicîh kirine. Herwiha piraniya wezîr, parlamenter û berpirsên hikûmetê jî ji navçeya Kesk hatine derxistin.

Biryar e îro li Meydana Tehrîrê ya qada xwepêşandanan Serokê Tevgera Sadir Mûqteda Sadir gotarekî pêşkeş bike û bang li berpirsên hikûmetê bike da ku çaksaziyan bikin û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan hilweşînin.

Tê pêşbînîkirin, ku îro Mûqteda Sadir ji bo pêkanîna çaksazî û hilweşandina komîsyonê dem bide hikûmeta teknokrat û diyar bike, eger di nav vê demê de daxwazên wan neyên cîbicîkirin dê di bin dirûşma “azadiyê dixwazim” gereva xwe berfirehtir bikin.

Roja çarşema derbasbûyî (08-02-2017) bi hezaran kesan li ber deriyê Navçeya Kesk xwepêşandanek lidarxistibû.

Meha derbasbûyî Mûqteda Sadir bi daxuyaniyekê daxwaza guhertina sîstema hilbijartinan kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1142 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:08:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x