Amerikayê cara duyem êrişî Hûsiyan kir

Amarîkayê cara duyemîn êrişî Hûsiyên Yemenê kir.

13.01.2024, Cts - 16:18

Amerikayê cara duyem êrişî Hûsiyan kir
Nuçe Belav bike

Li gorî CENTCOMê Amarîkayê sîstema radarê ya Hûsiyan kiriye armanc.

Brîtanya û Amarîkayê cara yekem, şeva 11ê Çiriya Paşînê êrişî Sanaya paytexta Yemenê û bajarê Hudeydeyê kiribû.

Vê carê Amerîkayê sîstema radarê ya Hûsiyan kir armanc.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ku bi kampanya hilbijartinan re mijûl e, li wîlayeta Pensilvanyayê bersiva pirsên rojnamegeran da.

Ji Biden hat pirsîn, “Eger êrişên Hûsiyan berdewam bikin, hûn dê bombebaranê bidomînin?”

Serokê Amarîkayê Joe Biden jî li ser pirsê got:

“Eger Hûsî li ser wê tevgera xwe ya kirêt berdewam bin, bêguman em dê bi hevpeymanên xwe re bersivê bidin.”

Piştî bersiva Amerîka û hevpeymanên wê, Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser daxwaza Rûsyayê civîneke awarte li dar xist.

Balyozê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vasily Nebenizya got:

“Êrişa Amerîka û Brîtanyayê ya li Yemenê, ti pêwendiya xwe bi xala 51emîn a Neteweyên Yekbûyî ya xweparastinê ve nîne. Ew xal keştiyên bazirganiyê li xwe nagire.”

Balyoza Amarîkayê ya Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas Greenfield got:

“Li gor yasaya navdewletî û di çarçoveya xala 51emîn de, ev êriş pêwîst e û di cih de ye.”

Endamê Mekteba Siyasî ya Hûsiyan Hîzam Esed jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, “Washington dixwaze şerekî vekirî be? Dê bila wiha be.”

Roja Înê Encûmena Bilind a Hûsiyan gef xwar û got:

“Berjewendiyên bingehîn ên Amerika û Brîtanyayê bûne armancên rewa yên hêzên me. Divê ew her du welat, ji baceke giran re amade bin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:39:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x