Amnesty: Tirkiye û Îranê 14 penaberên Efxan kuştine

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty), hêzên ewlehiyê yên Îran û Tirkiyê bi bikaranîna tundûtûjiyê li dijî koçberên Efxan ên ji welatî xwe revîne û vegerandina neqanûnî wan tawanbar dike. Amnesty herwiha dibêje Îranê 11 Efxanên penaber kuştine û Tirkiyê jî 3 Efxanên penaber kuştine.

31.08.2022, Çar - 11:40

Amnesty: Tirkiye û Îranê 14 penaberên Efxan kuştine
Nuçe Belav bike

Rêxistina Lêborîna Navdewletî derbarê rewşa Efxanên ku ji welatê xwe reviyane ber bi sînorê Îran û Tirkiyê ve diçin de raporek amade kiriye.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî, diyar dike ku bi sedema rewşa li welatê wan û nebûna belge nameyên fermî hêzên Ti rkiyê û Îranê reftareke tûnd bi penaberên Efxan re dikin.

Di raporê de hêzên ewlekarî yên Tirkiye û Îranê tên tawanbarkirin ku gelek caran Efxanên ku hewl didin sînorên xwe derbas bikin, bi awayên deryasayî tên ji aliyê hêzên Îran û Tikriyê ve tên vegerandin û hin caran bi sedema bikaranîna çek tên kuştin.

Rexistinê ku hevpeyvîn bi 74 penaberên Efxanî re kiriye eşkere dike ku 11 penaberên Efxan ji aliyê Îranê û 3 ji aliyê Tirikiyê hatine kuştin, daxwaz ji herdû welatan dike li gor yasa yên nêvdewletî reftarê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 334 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:08:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x