Antony Blinken gehişt Israîlê

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji Erebistana Siûdiyê gehişt Televîva paytexta Israîlê û biryar e bi berpirsên bilind ên wî welatî re danûstandinan li ser şerê Xezzeyê bike.

09.01.2024, Sal - 07:40

Antony Blinken gehişt Israîlê
Nuçe Belav bike

Israîl welatê pêncê ye ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê di dema kêmtir ji du rojan de serdana wan dike, ecindaya serekî ya serdana wî jî nehêlana belavbûna şerê Xezzeyê bo nav welatên din û serhildana şerekê herêmî ye.

Berî Israîlê, Blinken serdana Tirkiye, Yewnan, Qeter, Urdin û Erebistana Siûdiyê kir. Di tevaya serdanên xwe de jî, tekez li ser zêdekirina arîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê û parastina sivîlan kir.

Ji destpêka serhildana şerê Israîl û Hemasê heta niha, ev serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Israîlê serdana wî ya pêncê ye.

Pêştir Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehandibû, serdana Antony Blinken ji bo Rojhilata Navîn heta 11ê vê mehê vedikêşe, ji Tirkiyeyê dest pê dike û li Misirê bidawî tê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 337 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:20:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x