Artêşa Îsraîlê: Me bajarê Xezeyê bi temamî dorpêç kir

Berdevkê Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wan bajarê Xezeyê kiriye du beş û bi temamî dorpêç kiriye.

06.11.2023, Pts - 07:56

Artêşa Îsraîlê: Me bajarê Xezeyê bi temamî dorpêç kir
Nuçe Belav bike

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî di civîneke çapemeniyê de li ser êrişên li Xezzeyê daxuyanî da.

Danîel Hagarî diyar kir ku hêzên Îsraîlê Xeze bi temamî dorpêç kiriye û kiriye du beş û got:

“Îro êdî bakurê Xezeyê û başûrê Xezeyê heye.”

Danîel Hagarî diyar kir ew dê destûrê bidin ku sivîlên li bakurê Xezeyê derbasî başûr bibin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê di bersiva pirsa êrişên li ser Xezeyê de diyar kir ku hêzên Îsraîlê niha li herêmê êrişên berfireh dikin.

Bombebaranê tevahiya şevê dewam kir

Li aliyê din balafirên şer ên artêşa Îsraîlê tevahiya şevê li Xezeyê gelek cih bombebaran kir.

Li gor nûçeya ajansa WAFAye ya Filistînê, balafirên şer ên Îsraîle li herema Zevaydeyê ya li naverasta Xezeye êrişî mala Malbata Mişmişan kir û di encamê da 10 kes mirin û gelek kes jî birindar bûn.

Di êrişa esmanî ya li ser maleke li kolana El-Muhafaza ya Xan Yûnisê de zarokek jî di nav de 2 kes mirin û hin welatî jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku di bin kavilên malê de hîn jî kesên li benda rizgarkirinê hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:43:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x