Artêşa Îsraîlê, Nexweşxaneya Şifayê kir hedef

Artêşa Îsraîlê li Xezeye beşa nexweşiyên giran a Nexweşxaneya Şifayê kir armanc.

15.11.2023, Çar - 07:21

Artêşa Îsraîlê, Nexweşxaneya Şifayê kir hedef
Nuçe Belav bike

Li gorî dîmenên ku Wezareta Tenduristiyê li Xezeyê parve kirin, artêşa Îsraîlê li beşa nexweşiyên giran a Nexweşxaneya Şifayê xist.

Nexweşxaneya Şifayê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatiye dorpêçkirin û nexweşxane di rewşa alarmê de ye.

Li gorî dîmenan ji 30î zêdetir pitik ji kuvozên li beşa nûbûyiyan a Nexweşxaneya Şifayê hatin derxistin.

Bijîşkan diyar kir ku divê pitik di kuvozê de bimînin û wan got, "Heta îro sê pitik ji ber şert û mercan mirin.”

Li aliyê din, artêşa Îsraîlê da zanîn wan ji bo kontrolkirina Nexweşxaneya Şifayê dest bi operasyonê kiriye.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee îdia kir ku ew “Sivîl û nexweşan nakin hedef.”

Şerê Hemas û Îsraîlê 7ê Çiriya Pêşinê, piştî êrişa Hemasê dest pê kiribû.

Di êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de heta niha 11 hezar û 320 kes hatine kuştin.

Herwiha, di êrişên Hemasê de tevî leşkeran herî kêm hezar û 400 Îsraîlî hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 311 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:28:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x