Artêşa Sûriyeyê li nêzîkî Palmirayê girê herî stratejîk bi dest xist

Artêşa Sûriyeyê daxuyand ku ew li derdora bajarê Palmirayê pêşketina xwe ya li dijî DAIŞê didomîne.

27.02.2017, Pts - 13:54

Artêşa Sûriyeyê li nêzîkî Palmirayê girê herî stratejîk bi dest xist
Nuçe Belav bike

Hat diyarkirin ku artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya hêzên milîs ên hevkar li rojhilatê başûr ê bajarê Palmirayê milîtanên DAIŞê ji girekî xwedî strateji têk birine.

Li gorî nûçeyeke SANAyê leşkerên Sûriyeyî girekî li herêma çiyayî ya bajarê Palmirayê û xwedî girîngiyeke mezin a stratejîk êvara duh xistiye bin kontrola xwe. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku gelek milîtanên DAIŞê hatine kuştin û gelek wesayitên zirxî hatine îmhakirin.

PIRANIYA GIRÊN LI PALMIRAYÊ DI BIN KONTROL LEŞKERÊN SÛRIYEYÎ DE NE

Çavkaniyekî leşkerî ji bo Sputnikê axivî û diyar kir ku piraniya girên stratejîk ên 5 kîlomitroyan dûrê bajarê Palmirayê di bin kontrola leşkerên Sûriyeyî de ne. Rayedarê leşkeriyê got, "Hêj zû ye ku em bibêjin hemû rêzeçiyayên Hiyanê di bin kontrola artêşê de ye lê milîtanên DAIŞê ji piraniya girên stratejîk hatin têkbirin. Ji ber vê yekê artêşa Sûriyeyê di demeke nêzîk de wê karibe otobana hikûmeta ya Palmirayê kontrol bike."

Rayedar di dewama axaftina xwe de da zanîn ku gelek militan hatine bêbandorkirin û pevçûn bê navber berdewam dikin.

Artêşa Sûriyeyê hefteya borî xaçerêke pir girîng a ku 5 kîlomitroyan dûrê Palmirayê bi dest xistibû û operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê bi awayekî rêkûpêk berdewam kiribû. Artêşa Sûriyeyê û hêzên hevkarên wê berê jî qada xazê ya Hiyanê ya nêzîkî bajêr bi dest xistibû.

DAIŞê di Gulana 2015an de bajarê antîk ê Plamirayê dagir kiribû û artêşa Sûriyeyê bi piştigiriya hewayî ya Rûsyayê di Adara 2016an de şûnde ji girtibû. Lê DAIŞ di Berfanbara 2016an de careke din ketibû bajarê antîk.

sputnık
Vî nûçeyê tevayî: 1357 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:34:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x