Endamê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger a Muxalefeta Sûriyeyê (SMDK) Bessam Melik got ‘ ji bo ku Amerîka û welatên kendavê dixwazin Sûriyeyê perçe bikin min îstîfa kir.'
Bessam Melik di daxuyaniya xwe ya nivîskî ji Spûtnîk'ê re ragihand ku piştî 7 salan ez bi komploya Amerîka, welatên kendavê û rojavayî hisiyam ku dixwazin hem Sûriyeyê û hem jî artêşa ereb wê perçe bikin.
Melik, di destpêka salên 2011an de ku şer li Sûriyeyê dest pê kiribû ji Şamê reviya bû Tirkiyeyê û dezgekî bi navê Girseya Demokratîk ava kiribû. Bessam Melik berî şer li Şamê niştecih bû û demekê rêvebiriya Odeya Bazirganî ya Şamê jî kiribû.
Heta niha gelek kesên ku di nava muxalefeta Sûriyeyê de cih digirtin ji wezîfeyên xwe îstîfa kirin û vegeriyane Sûriyeyê.
SMDK wekî rêxistina sereke ya muxalifên sûriyeyî tê dîtin û di sala 2012an de li bajarê Doha yê Qetarê hatibû avakirin.