Biden li Îsraîlê ye: Bi qasî ku xuya dike aliyê din ev êriş kiriye

Serokê Amerîkayê Joe Biden, li ser êrişa li Xezeyê got, “Bi qasî ku xuya dike ev êriş ji aliyê din ve hatiye kirin lê gelek kes ji vê yekê ne piştrast in.”

18.10.2023, Çar - 10:57

Biden li Îsraîlê ye: Bi qasî ku xuya dike aliyê din ev êriş kiriye
Nuçe Belav bike

Şava borî êrişî Nexweşxaneya El-Ehlê Baptîstê ya li Xezeyê hat kirin.

Di vê êrişê de herî kêm 500 Filistînî hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn.

Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî êrişa li Xezeyê serdana xwe ya li Urdinê betal kir û çû Îsraîlê.

Joe Biden, li Tel Evîvê ji aliyê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ve hat pêşwazîkirin.

Biden û Netanyahu piştî merasîma pêşwazîkirinê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

“Amerîka li kêleka Îsraîlê ye”

Biden dubare kir ku ew piştgiriyê didin Îsraîlê û got:

“Bi qasî ku xuya dike ev êriş ji aliyê din ve hatiye kirin lê gelek kes ji vê yekê ne piştrast in. Min divê hemû cîhan zanibe ku Amerîka li kêleka Îsraîlê ye.

Hemasê bi hezarn mirov kuştin, gelek jî dîl girtin. Amerîka jî wekî we difikire, Îsraîl ji bo parastina xwe çi lazim be dikare bike û em hêvîdar in ku vê bike.”

“Divê em baldar bin”

Li aliyê din Joe Biden amaje pê kir ku Hemas tevên Filistiniyan temsîl nake û berdewam kir:

“Hemas hemû gelê Filistînê temsîl nake, wan xeyn ji êşê tiştekî din neanî. Divê em ji bo parastina jiyana Filistiniyên bêguneh baldar bin. Egidî û wêrekiya gelê Îsraîlê bi rastî jî balkêş e.”

“Hemas ji DAIŞê xeternaktir e”

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu jî ji bo piştigiriya wê spasiya Amerîkayê kir û got:

“Hemasê 7ê Çiriya Pêşînê herî kêm 400 Îsraîlî kuştin. Hemas ji DAIŞê xeternaktir e, ez bangî welatên din dikim ku pişta me bernedin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 155 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:08:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x